Haydar Şahin
29 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 30 Berfanbar 2017
QAHIRE
Hat ragihandin ku di êrişa ser dêra li Hîlwana li başûrê Qahîreya paytextê Misrê da 4 kes hatin kuştin.
Li gor xebera televizyona dewletê di êrişê da yekê wan polês bi tevahî 4 kes hatin kuştin.
MENAya ajansa xeberan a fermî ya Misrê li gor rayedarekî payebilind ê Wezareta Karên Navxweyî diyar kir ku yekeyên ewlekariyê pêşî li êrişeke li dijî dêreke li Hîlwanê birîn.
Di xeberê da hat gotin ku hêzên ewlekariyê yên ku dêr diparastin bersiv dan êrişkaran, êrişkarek berteref kirin, ji bo derdestkirina êrişkarê ku revî jî li herêmê dest bi xebatan kirin.