Türkan Tosun
18 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2018
CAPE TOWN
Serokê navdar ê Afrîkayê Nelson Mandelayê ku li cîhanê wek "serokê azadî û muzakereyê" tê nasîn di salvegera 100emîn a rojbûna xwe de tê bibîranîn.
Mandela wek kurê serokê eşîrekî di 18ê Tîrmeha 1918an de li eyaleta Capeya Rojhilat, li herêma Mvezayê hat dinyayê.
Nalson Mandela li hember rejima Apartheîdê ya ku mirovên çêrmspî ji reşikan mezintir dibîne heta mirina xwe têkoşîn da û hewl da ku hemû kes di civakê da wekhev bijîn.
Piştî ku di têkoşîna xwe da bi ser ket dijminatiya mirovên çêrmspî nekir û her kes hembêz kir, ev jî bû sedem ku cîhan bibe heyranê wî.
Mandela roja ku hat dinyayê navê wî danîn Rolihlahla Dalibhunga. Lê wê demê kevneşopek hebû roja ewil a dibistanê mamosteyan navekî din didan xwendekaran. Mamosteyê wî navê "Nelson" da Mandela û ew li cîhanê êdî bi vî navî hat nasîn.
Mandela di xwendekariya xwe da ji ber ku li hember nijadperestiyê li ber xwe da ew ji mektebê qewirandin û yekem car bi vî awayî hat cezakirin. Ji derva perwerdeya xwe qedand û ji fakulteya hiqûqê mezun bû. Wek yekem parezerê reşik bi hevalê xwe Olîver Tambo ra ofîseke parezaran vekir.
Di 25 saliya xwe da beşdarî Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê (ANC) bû. Bi rêhevalên xwe Walter Sîsulu û Olîver Tambo ra Şaxa Ciwaniyê ya ANCyê ava kir. Di salên 1950î da nijadperestî pir tund bû, Mandela vê demê bi awayekî xurt di nav partiyê da cih girt û têkoşîn da. Ji ber fikr û ramanên xwe gelek caran hat girtin. Hikûmetê hemû xebatên siyasî ji bo wî qedexe kir.
- Komkujiya Sharpvîlleyê
Rejima nijadperest di sala 1960î da ANC dereqanûnî û qedexe îlan kir. Li ser vê xwepêşanan dest pê kir û 69 xwepêşander ji hêla polêsan ve hatin kuştin.
Ev komkijî di dîrokê da wek "Komkujiya Sharpvîlleyê" hat binavkirin. Piştî vê komkujiyê çalakî bêtir xurt bûn, polêsan bi hezaran kes girt.
Mandela piştî vê komkujiyê dev ji berxwedana pasîf berda, ji bo ku pere û çek berhev bike çû dervayî welêt, lê çawa ku zivirî hat girtin.
Ji ber sûcê gel gur dike û dixwaze hikûmetê xirab bike di sala 1964an de di doza "Rînova"yê de bi cezayê hepsê ya heta hetayî hat cezakirin.
- 27 sal şûn da azad bû
Hikûmetê Mandela ewil şande girtîgeha girava "Roben Island"ê, piştî 18 salan ew ji wir birin girtîgeha Pollsmoorê ya Cape Townê.
Rêhevalî wî Olîver Tambo kampanyayeke navneteweyî da destpêkirin û di salên 1980yî da ji ber ku dijî nijadperestiyê çalakî zêde bûn, navê Mandela jî hat bihîstin û ew bû sembola têkoşîna azadiya Afrîkayiyan.
Mandela piştî 27 salan di 11ê sibata 1990î da hat berdan
- Yekem serokê dewletê yê reşik
Li Afrîkaya Başûr di sala 1994an de hilbijartina demokratîk a ewil çêbû û Mandela bû yekem serokê dewletê yê reşik.
Mandela bi diayên Misilman, Xrîstyan, Cihû û Hinduyan ve dest bi wezîfeya xwe kir.
Mandela di kabîneya xwe da cih da Frederick Willem de Klerkê serokwezîrê dawîn ê rejima nijadperest û got li welêt êdî kîn, nefret û dijminatî wê nebe, aştî wê serdest be.
Di sala 1993an de Mandela û Klerk ji ber ku aştî anîn Afrîkaya Başûr bi Xelata Aştiyê ya Nobelê va hatin xelatkirin.
Piştî ku 5 salên wezîfeya Mandela temam bûn, ew car din nebû namzed û wezîfeya xwe dewrî rêhevalê xwe Thabo Mbekî kir.
Mandela piştî vê jiyana xwe bi xebatên dijî feqîriyê û nexweşiya AIDSê ya ku kurê wî ji ber vê nexweşiyê mir meşand.
Mandela 3 caran zewicî û 6 zarokên wî çêbûn.
Di sala 2011an de ew nexweş ket û di 5ê Çileya pêşîn a 2013an de mir.
Mandelayê ku li cîhanê wek "serokê azadiyê" tê nasîn di salvegera 100emîn a rojbûna xwe de wê bi sempozyum û çalakiyên din ve bê bibîranîn.