Li Sûriyeyê desthilatî 40 sal e ku di destê malbata Esed de ye. Hafiz Esedî 30 salî bê navber Sûriye birêve bir û vêga jî kurê wî Beşar Esed li ser text e.
Li Rojhilata navîn gelan li hemberî desthilatiyan serî hildan û ev serhildan wek bi 'Bihara Ereban' hat binavkirin. Li Sûriyeyê jî 15ê adarê 2011an de gel li dijî desthilatiya Esed serî hilda. Ev serî hildan her çûn zêde bûn û di navbera muxalif û hêzên Esed de pevçûn çêbûn. Van pevçûnan 3 salên xwe qedand. Divê mirov malbata Esed binihêre ku ev malbat kî ye.
- Serokê dewletê yê eslê wî nusayrî
Li gor agahiyên ku nûçegihanên AAyê çavkaniyên cuda bi dest xist Hafiz Esed li herêma Lazkiyeyê ya ku herî zêde nusayrî dijîn ji dayik bû. Hîn cîwan bû di Partiya Baasê de xebitî û 1951an de ji perwerdeya leşkeriyê ya akademiyê wek efserekî hewayê mezun bû.
Ji ber ku Serokê dewleta Misrê Cemal Nasir Partiya Baasê girt Esed ew rexne kir. Dema ku li Qahireyê dixebitî hikûmeta Misrê ew wek kesekî bi talûke bi nav kir.
Piştî ku Sûriye di 1961an de ji Serokomariya Ereban a Yekgitî veqetiya Esed derfet dît ku baş bixebite û di 1963an de wî û hevalên wî bi xebatên xwe ve Baas kirin desthilat. Dema ku Baas serbiket ji piştî 1965an ve gelek şirket guherandin wek şirketên neteweyî, reforma axê hat kirin ku xurtbûna suniyan ji holê rabe. Cihê ku ji suniyan valakirin jî bi nusayriyên endamên Baasê dagirtin.
Esad di sala 1970an de gelek endamên hikûmetê da girtin û piştî salekê jî hilbijartineke derewîn da çêkirin. Di wê hilbijartinê de bû serokê dewletê yê yekem ji eslê wî nusayrî ye.
- Salên ku pevçûnên şiî û suniyan çêdibin
Esed çawa ku bû desthilatdar di siyasetê de hîn verastkirin çêkir û Meclisa Gel a ku 173 endaman pêk tê derxiste holê. 87 endamên Baasê di meclisê de cih girt. Ji ber ku Serokê Dewletê kingê bixwaze dikare Meclisa Gel ji holê rake û bi tenê Partiya Baasê dikare beşdarî hilbijartinan bibe ev ne demokratîk e.
Suniyan di 1973an de li Hama û Xumusê çalakî dan destpêkirin, di pevçûnên navbera gel û artêşê de gelek kes mirin. Bi vî awayî têkoşîna desthilatiyê ya şiî û suniyan derkete kuçeyan.
- Di burokrasiyê de kesên ji eslê xwe ji nusayrî û lazkiyeyî ne
Di sala 1978an de Esad cara duyem bû serokê dewletê û kesên payebilind ên di saziyên dewletê de cih bigrin jî ji kesên der û dora xwe hilbijart. Ji ber vê desthilatî li Sûriyeyê bû desthilatiya nusayriyan. Esed birayê xwe Rifat Esed jî anî ser artêşê û bi vî awayî desthilatiya xwe bêtir xurt kir.
Esed ji bo ku bide nîşandan ku desthilatî di destê nusayriyên kêmnetew de nîne, hin misilmanên sunî jî di revebiriya dewletê de wezîfedar kir.
-Komkujiya Hamayê
Di sala 1970an de li Sûriyeyê muxalefeta li dijî Esed xurt bû û di nav van de rêxistina herî xurt Birayên Misilman bû. Bi serokariya Birayên Misilman serhildaneke ku wekî Serhildana Hamayê hat binavkirin dest pê kir û Eniya Îslamê kontrola Heleb û Xumusê bi dest xist. Artêşê di sala 1982an de bi hêzeke mezin ve ev serhildan têk bir. Li welêt ne bi tenê Hamayê, li gelek cihan bi hezaran mirov mirin û ketin girtîgehan.
Her çiqas zelal neyê zanîn jî di komkujiya Hamayê ya 2ê sibata 1982an de 38 hezar kes mirin. Ji ber ku gelek mizgeft hatin xirab kirin 3 meh dengê azanê nehat bihîstin. Gelek kesên ku ji komkujiyê xilas bûn reviyan derveyê welêt. Komkujî ji raya giştî hat veşartin. Dema hat bihîstin jî hat gotin ku ev serhildana Birayên Misilmanan ên ku paşveruyan e û hewl hat dayîn ku ev komkujî normal e.
Di hilbijartina sala 1985an de Esad dê dîsa bihata hilbijartin û 7 salan dîsa bibûya serokê dewletê lê dema ku ji nişkêve mir kurê wî Beşar Esed ji Partiya Baasê wek namzet hat nîşandan. Beşar Esed ji di referandumê de sedî 97.2 deng hilda û bû serok.
-Dîktatorî ji bav derbasî kur bû
Beşar Esedê 11ê îlona 1965an de li Şamê ji dayik bû kesekî kibar û melûl bû. Di perwerdeya xwe de kesekî bêdeng û ji xwendinê hez dikir.
Di sala 1988an de Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Şamê qedand, di 1992an de ji bo perwerdeya çavan çû Îngiltereyê. Bajarê Londrayê bandor li ser nêrînên wî kir.
Birayê wî yê mezin Basîl dê piştî bavê wî bibûya serok lê dema di 1994an de di qezayeke trafîkê de mir Esed ji Îngiltereyê vegeriya Sûriyeyê. Esed ewil bû serdar, di 1996an de bû yarbay û 1999an de jî bû albay.
Li ser fermanên bavê xwe ji polîtikaya hundir dûr disekine û zêdetir li ser polîtikaya derve disekine, diçe ziyareta Libnan, Urdun, Bahreyn, Quweyt, Mîritiyên Ereban ên Yekgirtî, Erebistana Siudî.
Piştî bavê wî mir meclisa Sûriyeyê hin verastkirin çêkirin û temenê serokbûyîna dewletê ji 40î berjêrî 34î kirin. Piştî ku di 10 tîrmehê 2000an de referandumê de ji sedî 97 deng stend û bû serok. Esed rewşa deresayî ji holê rakir, efûya giştî derxist, Girtîgeha Mezzahê ya li Şamê ya ku 600 girtiyên siyasî tê de ne da girtin.
Tevgerên Esed û ev tiştên kirin ji hêla hin sûriyan ve hat pejirandin. Lê wî jî wek bavê xwe eqrebayên xwe, kesên nêzîkî xwe wezîfedar kirin. Ji ber vê ye ev malbat qasî 50 salî ye desthilat e.
Di adara 2011an de dema gel serî rakir Esed serhildan têk bir û welatê xwe ber bi şerê navxweyî ve bir.
Beşar Esed di 2001an de qîza Dr. Fariz el Ahras Esma el Ahrasê re zewicî. Esma sunî bû û Îngiltereyê mezin bû. Esma ji bo tevregên reformîst rê nîşanî Esed da lê ser neket û ji ber ku Esed guh neda wê.
"Qesabê Derayê: Mahîr Esed"
Birayê Beşar Esed, Mahîr Esed Serokê Sererkaniyê bû û duyemîn zilamê herî xurt ê welêt bû. Dema li bajarê Derayê bi sedan kes kuşt wek "Qesabê Derayê " hat binavkirin.
- Dayika Keybanu: "Enîse Esad"
Tê gotin ku dayika Beşar Esed Enîse Esedê her tim bandorek li ser Esed kiriye û gotina dawîn jî wê gotiye. Dîsa dibêjin ku Enîse Esed û Esma Esed her tim ji bo desthilatiyê di nav pêşbaziyekî de bûn.
news_share_descriptionsubscription_contact
