Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li ser telîmeta Serokê Herêmê Mesûd Barzanî li Hewlêrê îro, bi Qaymeqamê Helebçeyê Goran Ethem û Şaredarê Helebçeyê Xidir Kerîm û bi komeke nûnerên partiyên siyasî re hevdîtin kir. Nêçîrvan Barzanî piştî hevdîtinan pêşnumaya der barê Helebçeyê de, îmze kir.
Cîgirseroka Şaredariya Helebçeyê Kwestan Ekremê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji îro pê ve navçe ket statuya bajêr.
Ekremê got ku ev demeke dirêj bû, li bendê bûn ku Hikûmeta Iraqê vê biryarê bide, lê ji ber nîqaş û aloziyên siyasî maweya girtina biryarê dirêj bû û wiha dewam kir: "Hikûmeta Herêmê Helebçe wek bajar îlan kir. Em pir kêfxweş bûn. Di 26emîn Salvegera Qetliyama Helebçeyê de ev biryar ji bo me wek mizgîniyekê ye, em bextewar bûn."
- Li Helebçeyê coşa cejnê
Gelê Helebçeyê bi vê xeberê zehf bextewar bû. Gel daket kolanan govend girt û ev biryar wek cejnê pîroz kir.
Welatiyan ala HKIê hilda dest û li ber def û zirneyê kêf kir, stran got, dawet girt. Niha miraq dikin ji bo bêyî êrikirina Meclisa Neteweyî ya Iraqê, Helebçeyê wek bajar îlan kirin dê hikûmeta Bexdayê çi bibêje û bertekên çawa nîşan bide.
Berê jî biryara navçeya Helebçeya ku serjimara wê 300 hezar kes e wek bajar îlan kirin, di Lijneya Wezîran a Hikûmeta Iraqê de hatibû qebûlkirin, lê di meclisê de li ser hevdîtin nehatibûn kirin.