Li Enbara bajarê Iraqê di navbera hêzên ewlehiyê û rêxistina terorê DAEŞê de pevçûn derket û 70 milîtan hatin kuştin.
Fermandarê yekîneya 7emîn a artêşa Iraqê Numan Abdulzubeî ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku rêxistina terorê DAEŞê êrîş bire ser qezaya Hadîseyê û wiha axivî: "Li ser êrîşê hêzên ewlehiyê jî gule barandin û di pevçûna navbera hêzê ewlehiyê û milîtanan de pevçûn derket û 70 milîtan hatin kuştin. 12 wesayîtên terorîstan jî hatin bidestxistin."
- DAEŞê li Ratbeyê 230 kes serbest berda
Ji hêla din berdevkê Meclisa Bajêr ê Enbarê Iyd Ammaş jî daxuyand ku DAEŞê li Ratbeya 310 kîlomêtro rojavayê Ramadiyê ye 230 kes serbest berda.
Ammaş wiha axivî: "Welatiyên ku ji hêla DAEŞê ve hatibûn girtin, bi dîregan ve hatine girêdan, heqaret û eziyet dîtine. Piştî serbest hatin berdan ji wan hin kes rakirin nexweşxaneyê."