ŞAM
Di daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (RMMS) de hat diyarkirin ku di êrîşên hêzên Esed de li Şamê 21, li Hamayê 13, li Helebê 12, li Îdlibê 6, li Derayê 4, li Deyr ez-Zurê 2, li Xums, Heseke û Quneytrayê ji van her bajaran jî kesek bi tevahî 61 hatin kuştin.
Komîteya Koordînasyona Herêmî ya Sûriyeyê jî daxuyanî da û di daxuyaniyê de diyar kir ku helîkopterên rejima Esed li Heleb û Quweyrisê bombeyên warîlê li ser muxalifan de dibarînin û di êrîşê de gelek avahî hilweşiyan.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku leşkerên Esed dixebitin ku bi dizaka ve têkevin herêma Sanayiyê ya Şêx Nacar a li Helebê lê Tugayên Tewhîdê destûrê nadin wan û di navbera wan de şer derdikeve.
Li gor agahiyên daxuyaniyê hêzên Esed bi topên hewanê û rokêtan ve êrîşî Dareyya, Duma, Haresta, Cobar û Yebrudên herêmên Şamê dikin û yek caran jî bi balafiran ve bombeyan li ser wan dibarînin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hin cih di bin dorpêça rejima Esed de ne, xwarin û xurek li wan dera tuneye û roj bi roj rewşa welatiyan xerab dibe. Hat nîşandan ku alîkariya mirovahiyê naçe Hama û Xumsê û rewşa mirovan ne baş e û alîkariyên mirovahiya xwe nagihîne herêmên di destê muxalifan de ne.