Haydar Şahin
17 Mijdar 2018•Rojanekirin: 18 Mijdar 2018
PRÎŞTÎNE
Di qezaya trafîkê li ser rêya Prîştîneya paytextê Kosovayê û bajarê Gîlanê çêbû da 3 kes mirin. Kivilcim Kiliça Balyoza Prîştîneyê ya Tirkiyeyê jî tev 7 kes birîndar bûn.
Ekrem Mistefayê Wezîrê Karên Navxweyî yê Kosovayê li Navenda Klînîkê ya Zanîngeha Kosovayê brîndarên qezayê ziyaret kirin. Mistefa daxuyanî da nûçegihanan û diyar kir ku 3 wesayîtan qeza kir, di qezayê da 3 kes mirin û 7 kes jî birîndar bûn.
Mistefa der barê rewşa Kiliça Balyoz da agahî da û wiha got: "Rewşa Balyozê baş e. Milê wê yê rastê birîndar bûye. Me pê ra têkilî danî. Hinekî êşa wê heye lêbelê rewşa wê baş e."
Mistefa serxweşî da malbata kesên di qezayê da mirin û diyar kir ku lêpirsîn dan destpêkirin.
- Peyamên rayedarên dewletê
Haşîm Thaçiyê Serokomarê Kosovayê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ji bo qezayê got "felaketeke mezin".
Thaçî serxweşî da malbatên miriyan û ji bo birîndaran jî şifa xwest.
Ramush Haradînajê Serokwezîrê Kosovayê jî got ji ber qezayê gelekî li ber xwe ket.
Haradînaj got ku bûyerên wiha merivan xemgîn dikin û wiha axivî: "Ji ber ku Kivilcim Kiliça Balyoza Prîştîneyê ya Tirkiyeyê birîndar bû gelekî li ber xwe ketim. Xwedê şifayê bide birîndaran."
Qedrî Veseliyê Serokê Meclisa Kosovayê jî serxweşî da malata miriyan û got ji ber xezayê gelekî xemgîn bû.
Behgjet Pacolliyê Wezîrê Karên Derva û Alîkarê Serokwezîr jî got: "Di vê qezayê da Kivilcim Kiliça Balyoza Prîştîneyê ya Tirkiyeyê û welatiyên din birîndar bûn, ez gelekî li ber xwe ketim, ji bo birîndaran şifayê dixwazim."
Pal Lekajê Wezîrê Binesaziyê jî jî serxweşî da malbata miriyan û ji bo birîndaran şifa xwest.