Muhammet Kurşun
23 Îlon 2017•Rojanekirin: 24 Îlon 2017
HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Fransayê li Bexdayê Birobo Obert kir.
Li gor malpera resmî ya Serokatiya Herêma Kurdistana Iraqê Barzanî, pêşwazî Balyozê Fransayê û heyeta pê re kir ku Serkonsolosê Hewlêrê Dominik Mas jî di nav de bû.
Li gor daxuyaniyê Konsolê Balyozê Fransayê li Iraqê ragihand ku Fransa li dijî daxwaza gelê Kurdistanê nîne û dixwazin peywendiya dîrokî ya di navbera gelê Fransa û gelê Kurdistanê de pêşve biçe.
Herwiha ragihand ku Fransa di esas de li dijî referandûmê jî nîne,"Lê belê em bawer in niha demek ji bo encamdana referandûm ne başe û dibe ku bandorê li ser şerê dijî DEAŞê bike."
Di muqabilî vê de Barzanî careke din teyid kir ku biryara referandûmê biryara yek an jî dû partiyan nîne û biryara gelê Kurdistane ye.
Barzanî got xelkê Herêma Kurdistanê bi hemû pêkhatên xwe ve piştgirî daye vê û Parlamentoya Herêma Kurdistanê jî biryar daye.
Barzanî bal kişand ser wê yekê ku niha jî dema nemaye behsa paşxistina wê bê kirin û "Biryar jî di destê tu partiyek û çi kesek da nîne û referandûm di dema xwe da birêve diçe."
Barzanî bi hûrgilî behsa wan sedemên ku hêviya xelkê Herêma Kurdistanê bi pêkvejiyanê ligel Bexda nemîne û biryara encamdana referandûmê bide kir.
Serokê Herêma Kurdistanê teyid jî kir ku "Xelkê Kurdistanê roja 25.09.2017an diçine ser sindoqa dengdanê û raya xwe bi cîhanê radigihînin."
Der barê daxwaza civaka navdewletî jî ji bo encamdana diyalogê ligel Bexda, Barzanî ragihand ku, "Me tu demê dergehê guftûgoyê negirtiye û îro jî şandeyek çûye Bexdayê heta babetê zêdetir ji bo aliyên siyasî yên Iraqê rûn bike û piştî wê yekê jî dergehê guftûgoyê ligel Bexdayê vekirî ye. Em amade ne bi ajandayeke vekirî û bi dilekî vekirî li ser hemû babetên wekî sînor, neft, av, xaz û her babetekê din ku pêwîst be guftûgo bikin. Da ku rêyeke aştiyane bibînin û ji hev fêm bikin. Herwiha em bibin du cîranên baş."