18 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2017
MÛSIL
Hat ragihandin ku li Mûsila bajarê Iraqê milîsên Heşdî Şabî û Pêşmerge ser sînorê Bendava Mûsilê şer kirin. Di şer da 9 kes mirin û 11 kes jî birîndar bûn.
Ji rêvebirên teşkîlata polêsan a Îttihadiyeyê Elî Ekber el-Hafacî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li bakurê bajêr ser sînorê Bendava Mûsilê di navbera milîsên Heşdî Şabû û Pêşmergeyan da şerekî dijwar qewimî.
Hafacî diyar kir ku Heşdî Şabî xwest Bendava Mûsilê hilde bin kontrola xwe lê Pêşmerge venekişî û ji bo hişyariyê gule berî hewayê da lê digel hişyariya Pêşmerge milîsên Heşdî Şabiyê ber bi bendavê va çûn.
Hafacî axaftina xwe wiha domand: "Pêşmerge rê neda û Heşdî Şabiyê jî bi çekan bersiv da. Di şerê ku bişev bi qasî 3 saetan qewimî da ji Heşdî Şabiyê 8 kes mirin û 7 kes birîndar bûn ji Pêşmerge jî kesek mir û 4 kes birîndar bûn."
Berdewamiya axaftina xwe da Hafacî destnîşan kir ku ji herdu aliyan jî tu kes hê ji herêmê venekişiyaye.