İbrahim Atmaca,Abdullah Tel,Önder Beyter,Haydar Şahin
14 Mijdar 2017•Rojanekirin: 15 Mijdar 2017
ANKARA
Tirkiye piştî erdheja 7,3yan a ku li ser sînorê Iraq û Îranê çêbû û tê da bi sedan mirov mirin, ji bo alîkariya erdhejzedeyan bike seferber bû.
Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Acilê (AFAD) Heyva Sor a Tirkî û saziyên civata sivîl piştî erdheja 12ê mijdarê ya li ser sînorê Iraq û Îranê demildest dest bi alîkariyê kirin û bi hezaran qolî alîkarî ji herêmê ra şandin.
Li gor agahiyên ku nûçegihana AAyê ji xebatên ku sazî û dezgehan kirin, dan hev; AFAD ji bo xebatên lêgerîn û xelaskirinê û şandina alavên alîkariya mirovî bê navber dixebite.
- Ekîb gihîştin herêma erdhejê
Di çarçoveya xebatan da piştî erdhejê bi serokatiya Serokê AFADê Mehmet Gulluoglu ji Midûriya AFADê ya Bajarê Enqereyê û ji Midûriya Giştî ya Xizmetên Tenduristiya Acil a Wezareta Tenduristiyê 20 personel; 2 wesayît û ji Depoya Lojîstîk a AFADa Enqereyê 320 betanî û 60 çadir li balafira kargoyê ya A 400î ya Sererkaniyê hat barkirin û balafir duh çû Iraqê.
Ekîbên AFAdê yên bi konvoyeka ji 15 wesayîtan pêk tê gihîştin Silêmaniyeyê piştî wir derbasî herêmên erdhejê lêxist bûn. Li wir ji bo tespîtkirina xesar û îhtiyacan karê xwe kirin û li navçeya Derbendîxan û bendava li wir a ji erdhejê zirar dîtin jî xebatên xwe didomînin.
Konvoya alîkariyê ya ji 19 TIRan pêk tê û barê wan ji depoya lojîstikê ya Mûşê 2 hezar kon û 640 betaniye, ji depoya lojîstikê ya Diyarbekirê jî 4 hezar betaniye ku bi pêşkeşiya AFADê va hatibûn barkirin, derketin rê. Ji konvoyê 12 TIR gihîştin depoya Hîva Sor a Tirkî ya li Hewlêrêye û TIRên din jî ji Deriyê Sînor ê Xabûrê derbas dibin.
Ji hêla din va Hîva Sor ji bo piştgiriya alîkariya mirovahî bike 29 ji bo personelan, 9 ji bo wesayîtên siwarbûnê, yek jê mitbexa mobîl bi tevahî konvoyeka ji 55 TIRan pêk tê ji sînorê Iraqê derbas bûn û gihîştin Hewrlêrê. Di konvoyê da 3 hezar kon, 10 hezar betaniye, 3 hezar germoke û 10 hezar jî nivîn hene.
Ekîbên Hîva Sor amûr da rayedarên Iraê ku bila li hewcedaran belav bikin.
- Tîmên lêgerîn û xilaskirinê hişyar û amade ne
AFADê li deverên ku erdhej lê qewimî ekîbên xwe yên lêgerîn û xilaskirinê peywirdar kirin. Di vê çarçoveyê da ji Midûriyeta AFADê ya li Diyarbekir û Wanê 20 personel û 3 wesayît hatin şandin û herwiha aniha ev kes û wesayîtên destnîşankirî li ber Deriyê Sînor ê Xabûrê di amadebaşiyê da disekinin da ku ekîbên li herêmê xebatên xwe yên tespîtkirina pêwîstiyan kuta bikin.
- WDT û ÎHH jî çûn
Ji bo pêçandina birînên erdheja li ser sînorê Îran-Iraqê ji Tirkiyeyê saziyên civaka sivîl jî ketin liv û tevgerê. Weqfa Diyanetê ya Tirkiyeyê (WDT) ji bo tespîtkirina xesarê ya avahiyên dînî, mizgeft û navendên perwerdeyê ligel herêmê hevdîtinên xwe didomîne û herwiha ji bo alîkariyê plansaziyê dike. Dîsa WDT seba alîkariya mirovî û alîkariya xidayê jî hin xebatan dike.
ÎHH Weqfa Alîkariya Mirovî jî ligel 30 kesên xwebexş da ser rê. Ekîb wê hem lêgerîna kavil bikin û hem jî di veguhastina alavên xêrxwaziyê da bibin alîkar. Dîsa ji bo mexdûrên erdhejê ji Navenda Kordînasyona Kilîsê jî 2 TIRên kon, xida û betaniye barkirî, ketin rê.
TIRa Xwarinê ya Mobîl jî ew ê her roj xwarina germ li depremzedeyan belav bike. 5 bijîşkên ji Komeleya Bijîşkan a Navneteweyî ew ê tevlî xebatên alîkariya mirovahiyê bibin.
- Hesabên bexşînê hatin vekirin
Hem Hîva Sor a Tirkî hem jî ÎHH ew ê ji bo dîtina hewcedariyan û xebatên çareserkirina zirarên edhejê pereyê bexşê kom bikin.
Welatiyên ku dixwazin piştgiriyê bidin xebatên alîkariya mirovahiyê ji bo Hîva Sor a Tirkiyeyê dikarin di peyama xwe da "IRAK" binivîsînin û ji 2868an ra bişînin û 10 lireyî bibexşînin. Kesên ku dixwazin ser ÎHHyê ra alîkariyê bidin jî dibê di peyama xwe da "DEPREM" binivîsînin û ji 3072yan ra bişînin û 5 lireyî bibexşînin.
Di 12ê mijdarê da li sînorê Îran-Iraqê erd bi lerza 7,3yan hejiyabû, li Îranê 407 kes miribûn û 7 hezar û 156 kes jî birîndar ketibûn. Li iraqê jî 7 kes miribûn û 535 kes jî birîndar bûbûn.