SILÊMANÎ
Serokomarê Iraqê û Serokê Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Telebanî, piştî tedawiya xwe ya li Berlînê, bi balafireke taybet vegeriya Iraqê.
Li Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê Hêro Telebanî, zarok û xizmên Telebanî ew pêşwazî kir.
Li ser daxwaza Telebanî merasima pêşwazîkirinê ya fermî nehat lidarxistin. Malbata Telebanî destûr neda da ku endamên çapemeniyê wêne û dîmenan jî bikşînin. Ji ber vê yekê rojnamegeran tenê dema ku konvoya Telebanî ji balafirgehê derket çend wêne û dîmen kişandin. Li ser daxwaza malbata Telebanî, YNKyî jî neçûn pêşwaziya Telebanî. Hat diyarkirin ku dê partiyî piştre biçin mala Telebanî ew ziyaret bikin.
-Piştî 579 rojan vegeriya
Telebaniyê ku piştî 579 rojan vegeriya Iraqê dê li qesra xwe ya li Debaşana navçeya Silêmaniyê bimîne. Bijîşkê taybet ê Telebanî û Waliyê Kerkûkê Necmettîn Kerîm daxuyanî da û wiha got: "Dê tedawiya Telebanî li Silêmaniyê dewam bike. Dê bijîşkek û du alikarên bijîşk li malê tedawiya Telebanî bikin."
Divê navberê de li gor nûçeyên ku di çapemeniya kurd de hatin weşandin, hat destnîşan kirin ku Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî digel rêvebiriya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) xwestiye ku pêşwaziya Telebanî bike. Lê malbata Telebanî bi hinceta dê merasima fermî neyê li dar xistin ev qebûl nekir.
Li ser vegera Telebanî, Mesûd Barzanî peyamek weşand, di peyamê de wiha got: "Bi xebera vegera Kurdistanê ya birayê Min ê birûmet Mam Celal ez bextewar bûm."
Barzanî di peyama xwe de ji bo Celal Telebanî şîfa xêrê xwest û wida nivîsî:
"Ji ber nexweşiya Mam Celal li Herêma Kurdistanê û di pêvajoya siyasî ya Iraqê de hin valahî çêbûn. Em dikarin vê ji dil û can bibêjin ku dê bi vegera Mam Celal yekîtî û biratiya Kurdistanê xurttir bibe."
Serokê HKIê Nêçîrvan Barzanî jî li ser vegera Barzanî peyam weşand, di peyamê de vegera Telebanî pîroz kir. Barzanî got ku di siyaseta Iraqê de Telebanî xwedî cihekî dîrokî ye û wiha dewam kir: "Vegera Telebanî ya mala xwe ya li Kurdistanê rojeke dîrokî ye."
Li paytext Bexdayê di 17ê berfanbara 2012an de xûn çûbû ser mêjiyê Celal Telebanî û di 22yê berfanbarê de bi balafirambulansê sewqî Berlîna Almanyayê kiribûn. Divê navberê de maweya Serokomariya Iraqê ya Telebanî ya ku di 7ê nîsana 2005an de dest pê kiribû, kuta bûbû. Namzedê dê bibe Serokomar dê dîsa ji partiya Telbanî YNKyê bê hilbijartin. Tê diyarkirin ku di hilbijartina Serokomariyê de Telebanî xwedî roleke sereke ye."