Önder Beyter
14 Îlon 2017•Rojanekirin: 14 Îlon 2017
NABLÛS
Hat ragihandin ku li Şerîeya Rojava ya ku di binê dagiriyê da ye, li bajarokê Bûriyna li ser bajarê Nablûsê cihûyên paşê li wê derê hatine bicihkirin 27 darên zeytûnan birîn.
Gassan Daglasê Berpirsê Dosyeya Deverên Xwecihî yên Cihûyan ên li bakurê Şerîeya Rojava ya ku di binê dagiriyê da ye, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da wiha got, "Komeke cihûyên ji Yîtzhara li başûrê Nablûsê li bajarokê Bûriynê 27 darên zeytûnan ên berhemdar ên cotkarên filistînî birîn."
Filistîniyên ku li hin bajarên Şerîeya Rojava dijîn, debara xwe bi darên zeytûnan dikin. Cihûyên li wir hatine bicihkirin car caran êrîşî baxçeyên li dervayî bajaran dikin. Tê destnîşankirin ku bi taybetî jî êrîşên xwe di dema daweşandina darên zeytûnan da zêde dikin.
Li dewrûbera Nablûsê, piçûk mezin qedera 39 deverên cihû lê hatine bicihkirin hene û herwiha li van deveran nêzîkî 40 hezar cihû dijîn. Ev cihû car caran êrîşî filistîniyan dikin.