Sevim Hatun
14 Îlon 2017•Rojanekirin: 14 Îlon 2017
BEXDA
Ji bo referanduma rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê ya 25ê Îlonê hişyarî hat dayin, "dibe ku li welêt bibe sedema pevçûnan."
Berdevkê Komîseriya Mafên Mirovan a li Iraqê Elî Bayatî bi daxuyaniyeke nivîskî wiha ragihand: "Li herêmên binîqaş wê referandum bê kirin, dibe ku ev bibe sedema bevçûnan, em bifikar in."
Bayatî got ku li herêmên binîqaş "komên terorê" cî girtine û wiha got: "Heke şerek an pevçûnek rû bide wê sivîl bibin qurbanî."
Ji aliyê din ve meclisên wîlayetê yên li Diyala û Salahaddînê jî biryar dabûn red bikin ku referandûm li nav sînorên wan bê kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştî civîna di 7ê Hezîranê ya bi partiyên siyasî re eşkere kiribû ku dê di 25ê Îlonê de referanduma serxwebûnê ya ku ev demek dirêj e ku tê nîqaşkirin bikin.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî di daxuyaniya xwe ya piştî îlana referandumê de gotibû ku "ev yek dijî destûra bingehîn e û dê encamê nas nekin."