WASHINGTON
Serokê Komîteya Îstîxbaratê ya Meclisa Nûneran Mike Rogers, di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got ku birêvebiriya Obama tevî fikarên xwe biryar da ku alîkariya çekan bidin muxalefeta Sûrîyê.
Biryar di Komîteya Îstîxbaratê û Senatoya Meclisa Nûneraran da hat erêkirin.
Serokê DYAyê Barack Obama, meha borî biryar dabû ku alîkariya çekan bidin muxalifên li Sûrîyê. Lê di senatoyê de der barê alîkariyê de hin fikarî derketibûn pêş. Piştî biryarê, Cîgirê Serok Obama Joe Biden, Wezîrê Karên Derve John Kerry û Serokê CIA John Brennan, hewl dabûn ku gumanên endamên kongreyê ji holê rakin.