Fatih Gazioğlu
07 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2018
ANKARA
Li Gronlandê ji ber helîna tebeqayên cemedê ên mezin dibe ku asta behrê 7 mêtroyî jî bilind be.
Li gor tespîtên lêkolînerên Enstîtuya Oşînagrafiya Woods Hole, cemedên li Gronlandê li gorî nîveka sedsala 20emîn jî sedî 33 zêdetir dihele.
Ji lêkolîneran Sarah Dasê got ku tebeqayên cemedê yên Gronlandê bilez û bez her roj zêdetir dihelin.
Di xebatên lêkolîneran de hat tespîtkirin ku eger helîna cemedê wiha dewam bike, asta behrê dibe ku 7 mêtroyî jî bilind be.
Ev jî ji bo bajarên ku li qeraxê behrê tahlûke ye. Li gor xebatê bilindbûna behrê ji 10 bajarên mezin yên ku li qeraxê behrê ne wê tesîrê li ser 8 bajaran bike.
Encamên lêkolînê di kovara "Natureyê" hatin weşandin.