14 Sibat 2017•Rojanekirin: 14 Sibat 2017
XEZE
Di encama hilbijartinên navxweyî da Yehya Es-Sînwar ku yek ji sazkarên Tûgayên Îzedîn el-Qasam e wekî berpirsê nû yê Xezeyê yê Hemasa Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê hat hilbijartin.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên nêzîkî Hemasê hat wergirtin, di nava tevgerê da di 3yê sibatê da hilbijartineke gav bi gav hat kirin û di encamê da Sînwar wekî serokê Hemasê yê Xezeyê hat hilbijartin. Bi vî awayî Sînwar hat şûna Alîkarê Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê û Berpirsê Hemasê yê Xezeyê Îsmaîl Heniye.
Atallah Ebû Subh, Îsmaîl Berhûm û Cewad Ebû Şemale jî bûn endamên buroya siyasî ya li herêma Xezeyê. Herwiha Îsmaîl Heniye jî wekî endamê Konseya Rêveberiyê hat hilbijartin.
Sînwar kê ye?
Sînwarê ku wekî serokê nû yê Hemasê yê li Xezeyê hat hilbijartin, di 1962yan da li kampa penaberan a Xan Yûnisa ku li başûrê Xezeyê ye, hat dinyayê.
Sînwar herwiha bi eslê xwe ji bajarê Esqalanê (Aşkelon) ye. Esqalan di 1948an da di nava axa ku Îsraîlê dagir kiribû da ma. Sînwar herwiha perwerdeya xwe ya bilind li Beşa Ziman û Edebiyata Erebî ya Zanîngeha Îslamî ya Xezeyê kuta kir.
Sînwar cara pêşiyê di 1982yan da bi destê Îsraîlê hat girtin û 4 meha raza û herwiha di 1985an da dîsa ji ber sûcê avakariya rêxistineke tarî, cara duyê hat girtin. Sînwar paşê ku di 1988an da bi destê Îsraîlê dîsa hat girtin, mehkûmî cezayê hebsa 4 qat girankirî bû û piştî ku 24 salan raza, di 2013an da hatibû berdan.