Elif Orhan
06 Mijdar 2017•Rojanekirin: 06 Mijdar 2017
RIYAD
Hat ragihandin ku li Erebistana Siûdî firokeyeke ku tê de pismîrek û rayedarên payebilind hebûn ket û kesên di firokeyê de mirin.
Li gor nûçeya televîzyona fermî ya Erebistana Siûdî hat diyarkirin firokeya ku Arîkarê Mîrê Herêma Abhayê Pismîr Mansûr bîn Mukrîm û heyeta pê re tê de bû ket, di bûyerê de pismîr û hemû kesên pê re mirin.
Hat gotin ku bi Pismîr Mansûr re di firokeyê de wekîlê Mîr Selman el-Cerîşî, Sekreterê Giştî yê Mîrektiyê Salih bîn Ebdûllah el-Qadî, Serokê Beşa Çandiniyê ya Herêma Asîrê Fehd el-Fertîş, Midûrê Polêsan a Herêma Asîrê Serdar Salih bîn Silêman el-Kerzaî û rayedarên din hebûn.
Der barê bûyerê de hêj agahiyên berfireh nehatin dayîn.