MEXICO
Enstîtûya Dîrokê û Antropolojiyê ya Neteweyî ya Meksîkayê daxuyeniyek da û got ku li herêma General Cepedayê di xebatên kolandinê de boçikeke dînozorekî ku ji 50 movikan û 5 mêtroyan pêk tê hat dîtin. Ev fosîl îskeletê boçikeke ku heta niha bêyî ku kêmasiyek tê de hebe, hatiye dîtin. Ji ber vê pir girîng e. Hîn nayê zanîn ku ev boçik ji kîjan cûreyê dînozoran e.
Paleontolojîsta Meksîkî Felîsa Aguîlar ya ku di kolandinên arkeolojîk de cih girt diyar kir ku wan piştî xebateke 20 rojan îskeleta boçikê bi dest xistine û ev dînozora ku ji 12 mêtroyan pêk tê û hema hema nîvê dînozorê ye û 72 sal berê jiyaye.