Sevim Hatun
20 Îlon 2017•Rojanekirin: 20 Îlon 2017
MEKSÎKO
Li Meksîkayê di erdheja lerza wê 7,1 ya duh qewimî de hejmara miriyan derket 248an.
Ajansa Parsatina Sivîl a Neteweyî daxuyand, hejmara kesên di erdheja 5 kîlometre dûrî Robossoya eyaleta Pueblayê 51 kîlometre di bin erdê de çêbû gihîşt 248an.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku li paytext Meksîkoyê bi dehan avahî bûn enqaz.
Şêfê Parastina Neteweyî ya Sivîl Lûîs Felîpe Pûente li ser hesabê xwe yê Twîtterê diyar kir ku li paytextê 117, li eyaleta Morelosê 72, li Pûeblayê 43, li Meksîkoyê 12, li Gûerreroyê 3 û li eyaleta Oaxacayê kesek mir.
Serokê Şaredariya Meksîkoyê Mîgûel Angel Mancer diyar kir ku di encama xebatên lêgerîn û xilaskirinê de nêzî 60 kesî ji bin enqazê hatin derxistin.
Rayedarên meksîkoyî eşkere kir ku 70 birîndar li nexweşxaneyê tên dermankirin.
Li paytextê nêzî 2 milyon kesî bê ceyran in. Li herêmê xizmetên têlefonê jî bi rêk û pêk nayên dayin. Herwiha xetên xaza siruştî jî teqiyan û ji ber vê yekê hişyarî hat dayin ku li kuçeyan cixare nayê kişandin.