Muhammet Kurşun
01 Îlon 2017•Rojanekirin: 01 Îlon 2017
MEKKE (
Hecacên ku jimara wan nêzîkî 2 milyonan e ji bo ferza hecê weqfeya Girê Erefatê temam kirin û ber bi Muzdelîfeyê ketin rê.
Misilmanên ku li axa pîroz in, piştî ku çûn ser Girê Erefatê ji bo rawestgeha din berê xwe dan Muzdelîfeyê.
Hecac rêya di navbera Erefat û Muzdelîfeyê de bi piyan û otobêsan derbas dikin. Misilman li Muzdelîfeyê dê kevirên ji bo ricimandina şeytan kom bikin û berê xwe bidin Mînayê.