Ahmet Aydın
31 Tebax 2017•Rojanekirin: 01 Îlon 2017
MEKKE
Zêdetirî 2 milyon hecî ku mebesta edakirina ferîzeya hecê ku yek ji 5 ferzên îslamê ye, li axa pîroz û in hildikişin girê Erefê ji aliyê ekîba AAyê ve ji asîmanan dîmenên wan hat girtin.

Di dîmenan de xuya dibe ku ji ber germiya nîvro heciyan li ser girê erefê gelekî qerebalixî çênekirin, ji ber nêzîkbûna wextê nimêjê ber bi Mizgefta Nemîreyê ve diçin.
Hecî îsal di bin konên bi klîma dimînin yan jî li bin piran xwe hênik dikin. Herwiha otobus û wesayitên din jî gelekî qerebalix in.
Tê dîtin jî trêna "Meşaîrê" ku heciyan di navbera mekanên pîroz de diguhaze bi şiklekî kara dixebite.