Wezîrê Karên Derve Davutoglu ji bo civînên ASEANê çûbû Brûneîyê û li wir bi Wezîrê Karên Derve yê DYEyê John Kerry re hevdîtinek pêk anî. Davutoglu der heqê hevdîtinê de got: ''Em li ser skandalên guhdarkirinê jî sekinîn. Min jê xwast ku li ser vê mijarê agahiyan bide me. Wî jî diyar kir ku di destê wan de kêm agahî hene lê lêkolîna wan didome. Dema lêkolîna wan qediya dê me jî agahdar bikin."
Davutoglu duh jî bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re hevdîtinek pêk anîbû. Davutoglu îro jî serê sibê bi Wezîrê Karên Derve yê DYEyê John Kerry re hevdîtinek kir. Civîna wan nêzikî saetekê dewam kir.
Davutoglu piştî civînê daxuyaniyek da û aşkere kir ku, di civînê de li ser bûyerên li Filistîn û Sûriyê axivîne.
Wekî ku tê zanîn hatibû îdia kirin ku Amerîkayê balyozxaneya Tirkiyeyê guhdarî kiriye. Davutoglu diyar kir ku di civînê de îdiayên guhdarîkirinê jî bi awayekî berfireh hatine nirxandin.
Davutoglu wiha got: ''Me ji wan xwast ku di vê mijarê de daxuyaniyekê bidin. Wî jî diyar kir ku di destê wan de kêm agahî hene lê lêkolîna wan didome. Dema lêkolîna wan qediya dê me jî agahdar bikin. Me ji wan re da zanîn ku tiştekî wisa pirr şerm e û divê teqez tiştên wisa neyên kirin."
Di hevdîtinê de mijara Filistînê hate nirxandin
Davuoglu dest nîşan kir ku Kerry piştî tekiliyên xwe yên dawî yên bi Filistînê re agahiyên berfireh dane wan û wiha dewam kir: "Bi rastî jî Kerry pirr hêvîdar e. Ji me xwast ku Tirkiye piştgiriyê bide aştiya Filistîn û Îsraîlê. Min jî got, em di pêvajoya aştiya li Rojhilata Navîn piştgiriyê didin we û em baş dizanin ku heta dewleta Filistînê ya serbixwe neyê damezrandin, aştî nayê Rojhilata Navîn. Wî jî xwast ku em her tim di nav têkiliyê de bin. Di rojên pêş me de ew dê dîsa here herêmê û em hêvîdar in ku pêşiya avabûna dewleta Filistînê vebe."
Û şerê navxweyî yê Sûriyê
Davutoglu diyar kir ku di hevdîtinê de mijara duyem jî Sûrî bû û bi taybetî jî li ser bûyerên di rojên dawî de li Hûmûsê diqewimin sekinîne.
Davutoglu diyar kir ku di êrîşan de gelek mirovên bêguneh dimirin û welat kavil dibe û wiha pê de çû: "Li Sûriyê di serî de Hîzbullah, gelek hêzên biyanî di nav şerî de ne. Ev jî tê wateya mudaxaleya derve. Em li ser van mijaran jî sekinîn."