HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî, Wezîrê Karên Derve yê Libnanê Cîbran Basîl qebûl kir.
Li gor daxuyaniya Serokotiya HKIyê, Barzanî di hevdîtinê de diyar kir ku ew amadene alîkariya penaberên Xiristiyan bikin û wan biparêzin. Barzanî bangewazî kir got ku bila xiristiyan ji herêmê koç nekin û wiha got: "Em ê terorê têk bibin û dê tehdîda terorê di demeke kurt de ji holê rabe."
Barzanî wiha dewam kir: "Em ê digel hemû komên etnîk ên li Herêma Kurdistanê an li ser axa xwe azad bijîn an jî bi hev du re bimrin."
Barzanî bal kişand li ser dîroka têkiliyên herêma Kurdistan û Libnanê û got ku dixwazin tevkariya di navbera xwe de xurttir bikin.
Wezîrê Karên Derve yê Libnanê Cîbran Basîl jî ji bo ku li herêma Kurdistanê xiristiyanên penaber ên ji ber êrîşên terorî revîn û xwe sipartin herêmê diparêzin, spasiyên xwe pêşkêşî Barzanî û gelê kurd kir.