26 Mijdar 2016•Rojanekirin: 26 Mijdar 2016
KUWEYT
Hat ragihandin ku hilbijartina pêşwext a ku li Kuweytê tê kirin da dengdayînê ji saet 08.00an hetanî saet 20.00î dewam bike.
483 hezar û 186 hilbijêrê li 452 sandiqên ku li 5 herêman hatine danîn ewê raya xwe biavêjin. Ji her herêmê 10 parlementerê herin meclisê.
Li Kuweyta ku lê partî tunin ji bo 50 parlementeriyê 14ên wan jin bi tevahî 293 namzed hene. Her hilbijêrek dikare bi tenê raya xwe bide namzedekî.
Ji bo pêkanîna ewlehiya hilbijartinê li welêt 15 hezar hêzên ewlekariyê wezîfeyê dikin.
Mîrê Kuweytê Şêx Sabah Ehmed Cabîr es-Sabah di 16ê cotmehê da bi biryarnameyê va meclis fesh kir û ji sala 2006an vir da cara heftan welêt bire hilbijartina gişkî.