Muhammed Emin Canik
30 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 01 Sibat 2024
Hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava êrîşî nexweşxaneyekê kirin û yek ji wan nexweşekî di bin dermankirinê da, 3 Filistînî kuştin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê, hêzên Îsraîlê li bajarê Cenîna li Şerîeya Rojava di ser Nexweşxaneya Îbnî Sîna da girtin.
Eskerên Îsraîlê di êrîşê da 3 Filistîniyên li nexweşxaneyê kuştin.
Wezîra Tenduristiyê ya Filistînê Mey Keyleyê di banga xwe da ya ku li Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên navneteweyî û yên mafên mirovan kir, xwest ku sûcên hêzên Îsraîlî yên li dijî gelê Filistînê û saziyên tenduristiyê li Xeta Xezeyê û Şerîeya Rojava ya dagirkirî dikin bên rawestandin û ji bo navend û tîmên wan ên tenduristiyê parastina pêwîst bê dabînkirin.
Di nûçeya WAFAya ajansa nûçeyan a fermî ya Filistînê da hat diyarkirin ku 3 filistîniyên ku hatine kuştin 2 kes bira ne.
Hat destnîşankirin ku kesên hatine kuştin Mihemed û Basil Eymen Xezewî û Mihemed Welîd Celamîne ne.
Hat ragihandin ku Basil Eymen Xezewî ji 25ê Cotmeha 2023an vir va li nexweşxaneyê dihat dermankirin.
Her wiha hat ragihandin ku nêzî 10 endamên tevgera taybet ên Îsraîlê bi cil û bergên sivîl û cil û bergên bijîşk û hemşîreyan ketin nexweşxaneyê, derketin qata 3yan û bi çekên dengbirandî 3 Filistînî kuştin.