Abdullah Tel
31 Adar 2017•Rojanekirin: 31 Adar 2017
HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî diyar kir ku di demeke nêz da ji bo serxwebûnê wê referandumê bikin.
Di daxuyaniya ji hêla ofîsa Barzanî hat dayîn da hat gotin ku Barzanî, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres û heyeta pê ra bû li avahiya serokatiyê ya li Hewlêrê ye qebûl kir.
Hat gotin ku Guterres û Barzanî li ser alîkariya civaka navneteweyî ya divê ji bo penaber û koçberên li HKIyê dimînin bê dayîn, helkirina pirsgirêkên Iraqê yên piştî DEAŞa rêxistina terorê derketin meydanê û referanduma "serxwebûnê" ya ku wê qedera HKIyê tayîn bike da axivîn.
Daxuyaniyê da hat gotin ku Barzanî ji ber ziyaretê ji Sekreterê Giştî yê NYê Guterres û heyeta pê ra bû ra spas kir û wiha pê da çû: "Çar aliyê dinyayê ji bo biryara ku gelê Herêma Kurdistanê wê ji bo pêşeroja xwe bide haydar bibe di demeke nêz da emê referanduma serxwebûnê bikin."
Barzanî ji bo piştgirî û alîkariyan hêzên koalîsyona navnateweyî û NYê da HKIyê spas kir û got ku ew bi serfiraziyên pêşmerge û artêşa Iraqê bihevra tevgerîn û bidestxistin razî û kêf xweş e.
Guterres jî ragihand ku civaka navneteweyî di mijara alîkariya bo penaber û koçeran dide HKIyê da paş ve ma û ji bo telafîkirinê ya ji dest bê wê bike.