09 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2016
ÎSTANBUL
Mihemmed Xêyrê bijîşkê diranan ê ku ji ber şerê li Sûriyeyê reviya, destnîşan kir ku rejima Esed û Hizbûllahê derdorê beldeya Madayayê bi têlên bidirî û teqemeniyan dorpêç kirine û wiha got: "Însanên li Madayayê pelên zer ên tiriyan du caran dikelînin û bi beharat û xwê çêdikin û dixwin."
Xêyrê ji Zebedaniya navçeya Şamê û endamê Lijneya Bijîşkên Herêmî ku qederê mehek ewil ji Madayayê hat Stenbolê der barê rewşa li Madayayê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Rejima Sûriyeyê û Hizbûllaha ku navneda wê Libnan e beldeya Madayayê ya ku li rojhilatê bakurê Şamê ye dorpêç kirine. Rewş xirab e. Çend meh berê li herêma Zebedaniya Şamê piştî ku operasyonan dest pê kir jin û zarok sewqî Madayayê kirin. Rejima Esed li vir jî hemû rê girtin. Asteng dike ku melzemeyên xurekê bên. Ne nan û ne jî av diçe herêmê."
Xêyr destnîşan kir ku rejima Esed û Hizbûllahê derdorê beldeya Madayayê bi têlên bidirî û teqemeniyan dorpêç kirine û wiha xeberda: "Însanên li wir birçî û bêçare ne û li xwarin û xurekê digerin. Zarok ji bo berhevkirina giyayan derdikevin. Hin zarok dimirin û hin jî birîndar dibin. Însanên li Madayayê pelên zer ên tiriyan du caran dikelînin û bi beharat û xwê çêdikin û dixwin. Ji bo zarokan şîr tuneye. Ne şîrê dayikan heye û ne jî li sûkê şîr heye."
- "Neteweyên Yekbûyî (NY) tiştekî nake"
Xêyr diyar kir ku Beldeyên Madaya û Bakkînê nêzî hev in û wiha got: "Li nav Madayayê berê li ser kolana navendî sûk hebû û her tişt dihat dîtin, lê niha li ber çavê mirovahiyê însan dimirin û Neteweyên Yekbûyî (NY) tu tiştî nake."