05 Adar 2017•Rojanekirin: 05 Adar 2017
WASHINGTON
Albay John Dorrîanê Berdevkê koalisyona dijî DEAŞê ya ku serkêşiya wê Emrîka dike daxuyand ku li nêzîkî Minbicê ji bo rê li ber pevçûnan bê girtin, wesayitên bizirx dewriye digerin.
Li ser nûçeyên 'Koalisyona dijî DEAŞê ya ku serkêşiya wê Emrîka dike li bakurê Minbicê hêzên leşkerî li wir bicih dike û li herêmê dewriye digere' Albay Dorrîan li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek weşand.
Berdevk Dorrîan wiha got: "@CJTFOIR (Operasyona Bibiryariyê ya Hêza Xwezayî ya Wezîfeya Yekîtiyê) ev gav ji bo ku endamên koalîsyonê û şirîkên wê bi wê bawer bibin û ji bo ku armanca têkbirina DEAŞê dewam bike, hat avêtin."
Dorrîan ev peyam jî nivîsand: “@CJTFOIR ji bo ku tevgerên dijminane têk bibe, rêvebiriyê pêşva bibe û temînatê bide ku hebûna YPGyê ya li wir ne daîmî ye li der û dora Mincibê hejmara hêzên leşkerî zêde kir."
Dorrîan ji bilî vê got ku ji par havînê vir va hêzên koalîsyonê li Mincibê hene.
Wezareta Parastina DYAyê (Pentagon) jî daxuyandibû ku wesayîtên bizirx ên rejima Sûriyeyê û Rûsyayê li kêleka konvoyên alîkariyê ketine navçeyê.
Ji bilî vê Ajansa Anadoluyê jî roja din nivîsandibû ku li nêzîkî Minbicê hejmara leşkeran zêde bûye.