05 Adar 2017•Rojanekirin: 05 Adar 2017
ÎDLIB
Hat ragihandin ku jetên artêşa Sûriyeyê li Îdlib û Humusê êrîş kirin û di êrişan da 9 sivîl mirin, 27 sivîl birîndar bûn.
Ji rayedarên parastina sivîlên Îdlibê Yehya Cewad daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku jeteke artêşê li bakurê Îdlibê, navçeya Danayê cihekî ku di destê mixalifan da ye, bombebaran kir.
Cewad diyar kir, di êrişê da 8 sivîl mirin, 15 kes jî birîndar bûn û wiha dewam kir: "Di êrişa asmanî ya rejimê da li navçeyê du bîna xera bûn. Ekîbên parastina sivîlan bi makîneyên kar ên giran va dixebitin ku sivîlan ji bin enqazê derxin."
Cewad diyar kir di bombebaranê da xesar gihîşt gelek kargeh û wesayitan, kesên birîndar li nexweşxaneyên sehrayê tên tedawîkirin.
Ji şêniyên Danayê Seyîd Elî jî got: "Hêzên rejima Esed sê caran êrişî herêmê kir. Di êrişan da avahî xera bûn û jin û zarok di bin da man. Hewl tê dayîn ku ew bên derxistin."
Berpirsê navenda kordînasyonê ya navenda medyaya Humusê Xelîl Adel jî diyar kir, jeteke artêşa Esed li Weara semtê Humusê ku rejimê dorpêç kiriye, êrş kir, di êrişê da sivîlek mir, 12 kes jî birîndar bûn.