15 Adar 2017•Rojanekirin: 16 Adar 2017
STOCKHOLM
Di daxuyaniya li ser malpera Şaxa Swêdê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî da seba biryara Dîwana Dadê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) wiha hat gotin, "Bû sedema xeyalşikestineke kûr."
Di daxuyaniyê da bal hat kişandin ku biryarê li hemberî misilmanan cudaxwaziyê gurr bike û wiha hat gotin:
"Biryareke pir biproblem û bêtalih e. Biryar, cudaxwaziya li hemberî misilmanan, bi taybetî jî ya li hemberî jinên ku ji ber baweriya xwe şalpeyê didin serê xwe, legalîze dike. Xebata li dem û dezgehên qamûyê dê ji bo jinên misilman ên navborî bêtir zehmet be. Ji xeynî vê, bi vê biryarê va êdî nasname û şemal dê bibe hedefa gijgijînên polîtîk. Ji ber hindê dadgeh divê bi biryarên xwe va însanan ji pêşdarazan dûr bixin."
Dîwana Dadê ya YEyê ku navenda wê li Luksemburgê ye, du serîlêdanên li Belçîka û Fransayê yên der barê li kargehan lixwekirina sembolên dînî, siyasî û felsefî da biryar dabû.
Dadgehê wiha biryar dabû, "Bi destê kardêran û bi erkê rêgezên navxweyî va seba xebatkaran qedexekirina lixwekirin û emilandina sembolên dînî, siyasî û felsefî, rasterast nabe cudaxwazî."