Elif Orhan
31 Adar 2018•Rojanekirin: 01 Nîsan 2018
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) piştî ku li Filîstînê 15 Filîstînê mirin biryara îro "civîna acîl" da.
Li ser daxwaza Quweyta ji endamên berwext ên KENYê konsey bi saeta herêmî dê di saet 18.30yan de (bi saeta Tirkiyeyê 01.30) di rûniştina girtî de bicive.
Hêzên Îsraîlê li sînorê Xazeyê ya bin eblûqeyê de û li Şerîaya Rojava ya bin dagirkeriyê de hember Filîstîniyên ku beşdarî xwepêşandanên aştiyane yên ku ji ber Roja Axê ya Filîstînê hatin lidarxistin de bi guleyên rastîn midaxale kir, li ser vê yekê 15 Filîstînî hatin şehîdkirin û nêzî 1400î jî Filîstînî birîndar bûn.
Bi destê eskerên Îsraîlê şehîdkirina 15 Filîstîniyan li Filîstînê şîna neteweyî hat îlankirin.
Îsraîl di 30yê adara 1976an de li Herêma Celîleyê ya li bakurê welêr dest danî ser bi hezaran donim eraziyên Filîstîniyên welatiyên Îsraîlê. Li ser vê yekê gelê Filîstînê ji bo protestokirina vê xesbê greva giştî kir û xwepêşandan li dar xistin.
Polêsên Îsraîlê gule berdan Filîstîniyên ku beşdarî xwepêşandanên bûn û 6 kes şehîd kirin û bi hezeran kes jî birîndar kirin. Ev bûyera ku li bajaoka Deîr Hannaya li Herêma Celîleya ku dikeve bakurê Îsraîlê qewimî ji ber ku pevçûna ewil a girseyî ya ku di nav girseyên Filîstînî yên ku welatiyên Îsraîlê ne û polêsan de qewimî gelekî girîng e.
Bûyera ku wek "Roja Axê" tê bibîranîn di mijara axê ya ku di navbera Îsraîl û Filîstînê de sedema pevçûnê ye wekî sembola berxwedana Filîstîniyan tê dîtin.