Ekip
27 Nîsan 2017•Rojanekirin: 27 Nîsan 2017
İSTANBUL
Hat ragihandin keştiya leşkerî ya Rûsyayê ya li peravên Tengava Stenbolê bi keştiyeke heywan tê da bûn li hev qelibîn, binav bû û hemû personel hatin rizgarkirin .
Li gor daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Ewlehiya Peravê, keştiya "Youzarsıf H." ya dirêjahya wê 81 metro ye, heywan tê de barkirî bûn û alaya Togo li serê ye û keştiya "Lîman" ya îstîxbarî ya Rûsyayê li hev qelibîn.
Li ser bangewaziya arîkariyê bot û romorkorên Ewlehiya Peravê çûn cihê bûyerê.
Hemû personelê ku 78 kes bûn ji aliyê ekîban û muretebatê keştiya Togoyê hatin xelaskirin. Piştre keştiya Rûsyayê binav b3u.
Hat ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya muretebat baş e.