ARSAL
Her roj bi sedan kesên ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê direvin, xwe dispêrin navçeya Arsalê ya li ser sînorê Libnanê.
Malbatên sûriyeyî yên ji ber şerê di nav hêzên Esed û muxalifan de li herêma Kalamûnê dewam dike direvin û xwe dispêrin Arsalê. Malbatên ku gihiştin Arsalê koçkirina xwe ya bi êşkence û ezab ji nûçegihanê AAyê re vegotin.
Ûmmû Adema 20 salî ya tevî 5 zarok û xwesiya xwe ve xwe sipart herêma Kalamûnê, koçkirina xwe ya Arsalê wek rêwîtiyeke bi êşkence û ezab bi nav kir. Ûmmûyê got ku hefteyek berê hatin herêmê û da zanîn ku rêwîtiya wan gelekî zehmet bûye. Ademê wiha got: "Dema ku em derketin serê rê em demekê meşiyan, pişt re jî li qaseya kamyonekê siwar bûn."
Ebû Mihemed es-Selasînî jî got ku ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê reviyane û niha tevî malbata xwe ya ku ji 10 kesan pêk tê, li herêmê dijîn û pêdiviya wan bi sol û sobeyê heye.
Evdillahê sûriyeyî jî got ku hewa sar e û di nav şert û mercên dijwar de dijîn û wiha dewam kir: "Saziyên alîkariyê derman li me belav dikin lê ev alîkarî têrê nake û dermanên ku belav dikin bi kêrî tiştekî nayên. Lewra ji ber hewa sar pak nabin."
Tê gotin ku serjimara herêmê her diçe zêde dibe û li gor agahiyan serjimar bûye sê qat.
Li gor daneyên Komseriya Penaberan a Bilind a Neteweyên Yekbûyî (KMBNY) li Libnanê 929 hezar penaberên qeydkirî hene. Lê rayedarên Libnanê dibêjin hejmara penaberan ji milyonek û 200 hezar kesî derbas bûye.