ERBİL
Midûrê Fuar û Pêşangehên Wezareta Tûrîzm û Çandê yê Herêma Kurdistanê Şîrwan Tewfîq diyar kir ku pêşbirk dê di 1ê Îlonê de wekî mîhrîcanekê dest pê bike. Tewfîq got ku heta niha 43 namzedan serî li pêşbirkê dane. Dê konsepta vê pêşbirkê ji ya ewilîn gelek cuda be. Dê di bin çarçoveya pêşbirkê de konser bên dayîn. Endamên juriyê dê îsal nirxandinên profesyoneltirîn bikin. Şahbanûya Xweşikahiyê ya Kurdistanê ya ku dê bibe yekemîn dê erebeyeke 2013 model qezenc bike. Dê xelatên cur bi cur bidin namzedên din jî.
Tewfîq diyar kir ku pêşbirka xweşikahiyê çalakiyeke di bin çarçoveya mîhrîcana Hewlêrê de ye û got ku piraniya namzedên ji bo ku bibin "Xweşika Kurdistanê" serî li pêşbirkê dan, ji Silêmaniyê ne.
Tewfîq der barê ka ji kîjan bajarê çend kesan serî li pêşbirkê daye, tu jimar nedan. Şeve Ezîza "Şahbanûya Xweşikahiya Kurdistanê" ya par jî ji Silêmaniyê bû.
Şeve Ezîz daxuyanuyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku divê pêşbirka ku dê meha li pêş me bê lidarxistin, divê wek parçeyeke pêşketina çandî bê dîtin.
Ezîz dûpat kir ku standardên pêşbirkê ne di bin standartên pêşbirkên cîhanê de ne û got lê qebûlkirina serîlêdanên namzedan li gor standartên cîhanê ne.
Ewilîn pêşbirka xweşikahiyê ya Herêma Kurdistana Îraqê ya Federal di tîmeha 2012an de hatibû lidarxisitn.