Haydar Şahin
02 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2022
Li Îranê piştî mirina Mehsa Emîniyê xwepêşandinan dest pê kir û di roja 15em da li gelek bajarên welêt kuçe cardin tije xwepêşandêr bûn.
Li bajaran tevdîrên ewlehiyê yên berfireh hatin hildan. Ji ber ku li gor berê du rojên dawîn piçekî aram derbas bû, gotin ku çalakî êdî kuta bûn.
Li gelek zanîngehên welêt nava rojê protestoyan cardin dest pê kir û kuçe û kolan jî cardin qerebalix bûn.
Tehran di serî da li bajarên Senendec, Şehrêkurd, Şehînşehr, Erak, Bukan, Babul, Kerec, Meşhed û Kirmanşahê nava rojê xwepêşandinan dest pê kir û heta derengiyê şevê dewam kirin.
Li gor dîmenên ser medyaya civakî, li hin bajaran xwepêşandêran bi konteynerên çopê ser rêyan barîkat danîn û di rêyan da agir vêxist.
Li hin bajaran di navbera xwepêşandêr û hêzên aşayîşê da rageşî derket û hat dîtin ku polês bi xaza îsotê midaxale kir.
Li Îranê broşur hatibûn belakirin û ser medyaya civakî bangewazî hatibû kirin ku roja şemiyê xwepêşandin wê werin lidarxistin û bila beşdarî çêbibe.
Li ser vê li gelek zanîngehan çalakiyên boykotê hatibûn lidarxistin û tê da piştgirî dabûn xwendekarên binçvkirî ku werin berdan.
Hêzên asayîşê bi telîmata darazê bi îdiaya ku "ewlehiya qamûyê dixin talûkeyê" xwepêşandêran binçav û tewqûf dikin.
Di vê çarçoveyê da li gor nûçeyên medyaya welêt xwendekar, navdar û rojnameger jî tê da nêzî 2 hezar kesan hatine binçavkirin.
- Xwepêşandanên li Îranê
Li paytext Tehranê di 13ê Îlonê da ji hêla dewriyeyên Îrşadê ku wekî "polêsê exlaqê" tên zanîn, Mehsa Emînî bi hinceta "rêgezên cilûberagan binpê kir" hatibû binçavkirin û di pey ra ketibû komayê, li ser vê yekê Emîniyê rakiribûn nexweşxaneyê, lê Emînî di 16ê Îlonê da miribû. Mirina Emîniyê li welêt bûbû sedema înfialê.
Cinazê Mehsa Emîniyê di 17ê îlonê da li welatê wê Seqizê hatibû definkirin. Piştî merasima cinazeyê li Tehran û bajarên rojavayê Îranê xwepêşandanan dest pê kiribû.
Têlevîzyona dewletê ya Îranê daxuyandibû ku di xwepêşandinan da ji hêzên asayîşê jî wezîfedar di nav da 41 kes hatin kuştin.