Önder Beyter
08 Adar 2018•Rojanekirin: 10 Adar 2018
NEW YORK
Li qeraxê rojhilatê Amerîkayê ba û bagera ku rabû, li ser jiyanê neyênî tesîr kir û herwiha li eyaletên New York, New Jersey û Massachusettsê jî rewşa bilez hat ragihandin.
Ji serê sibê pê va berfê dest pê kir û peyra jî bayekî qewî rabû ku vê yekê li ser jiyana rojane bandoreke neyênî kir.
Rayedaran hişyarî da welatiyan ku li New Yorkê bager wê heya sibeha pêncşemê dewam bike û herwisa heger ne mecbûrî be jî bira kes ji mala xwe dernekeve.
Ji ber bagerê li eyaletên New York, New Jersey û Massachusettsê rewşa bilez hat ragihandin û li herêma New Englandê jî ji 2 milyonî zêdetir însan bêceyran man.
Ji ber rewşa hewayê ji 2 hezar û 600î zêdetir geştên esmanî jî hatin betalkirin.