LEFKOŞA
Di hilbijartinên Komara Tirk a Bakurê Kibrisê (KKTC) Partiya Tirka Komarperêz - Hêzên Yekbûyî (PTK - HY) ya di serokatiya Ozkan Yorgancioglû fr bi rêjeya ji sedî 38,37 bi ser ket.
Hilbijartina ku li Komara Tirk ya Bakurê Kibrisê hat kirin, bi dawî bû. Li parlamentoyê 50 kursî hene. Li welêt 172 hezar û 803 hilbijêr hene, jê 120 hezar û 287 çûn li ser sindoqê. Rêjeya hejmara hilbijêran ji sedî 69,61 e.
Hilbijartin bi dawî bûn û encam wiha ye:
- Partiya Tirka Komarperêz - Hêzên Yekbûyî (PTK - HY): ( ji sedî 38,37) 21 parlamanter
- Partiya Yekbûyî ya Neteweyî (PYN): (ji sedî 27,3) 14 parlamanter
- Partiya Demokrat - Hêzên Neteweyî (PD - HN): (ji sedî 23,11) 12 parlamanter
- Partiya Demokrat a Civakparêz (PDC): (ji sedî 7,43) 3 parlamanter
Li gor encamê, partiyên ku ji pileya ji sedî 5an derbas bûn, ev in: CTP-BG, PYN, PD - HN û PDC dikevin Parlamentoya Komarê.
- Gel, kiryariya PYNê qebûl nekir.
Serokê Giştî yê Partiya Tirk a Komarparêz - Hêzên Yekbûyî (PTK - HY) Ozkan Yorgancioglû li navenda giştî ya partiyê daxuyand û got aşîkar e ku kiryarên Partiya Yekbûyî ya Neteweyî (PYN) qebûl nake.
Yorgancioglû diyar kir ku, gel fikr û ramanên partiya me pejirand û bi vî awayî peywira damezirandina hikûmetê da me.