BAXDA
Li El-Anbara bajarê Îraqê di du êrîşên ji hev cuda de 2 polêsan can da û 3 polês jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin bidestxistin, bûyer li herêma El-Bûferaca ya li ser bajarê El-Anbarê pêk hat. Êrîşkaran bombe di wesayîta polêsan de bi cih kirin û ji dûr ve teqandin. Di vê bûyerê de 2 polês mirin polêsek jî birîndar bû.
Êrîşa din jî ji aliyê hin kesên ku nasnameya wan nayê zanîn ve li Hayyuşûhedaya li başûrê Felluceyê ya li ser bajarê El-Anbarê, li ewlegehê hat kirin. Di vê êrîşa çekdar de jî 2 polês birîndar bûn.