Haydar Şahin
06 Nîsan 2019•Rojanekirin: 08 Nîsan 2019
Hat ragihandin ku li Samangan, Badgîs û Baxlana wîlayetên Efxanistanê ji ber lehiyê 14 kes mirin.
Mihemed Siddiq Ezîziyê Berdevkê Walîtiya Samanganê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li Samanganê ji ber şiliya ku çend roj in dibare lehî rabû û 7 kes mirin.
Ezîzî destnîşan kir ku ji 2 kesên bi ro da çûn xeber hilnedan, di lehiyê da bi sedan xaniyan zirar dîtin.
Wekî mayîn Cemşîd Şehabiyê Berdevkê Walîtiya Badgîsê jî destnîşan kir ku li wîlayetê cinazeyê 4 kesên bi ro da çûbûn hatin dîtin.
Şehabî got ku ji ber lehiyê bi dehan heywan mirar bûn.
Mehmûd Hakmalê Berdevkê Walîtiya Baxlanê diyar kir ku li bajarên Baxlanê lehî rabû û 3 kes mirin.
Hakmal got ku xebatên tesbîta zirar û ziyanê dewam dikin.
Ji vir hefteyekê berê li Herat û Badgîsê lehî rabibû û 15 kes miribûn.