Muhammet Kurşun
07 Hezîran 2017•Rojanekirin: 08 Hezîran 2017
HEWLÊR
Piştî civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî digel partî û aliyên siyasî tarîxa referandûma serxwebûnê wek "25ê Eylula 2017an" hat diyarkirin.
Li gor malpera resmî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, civînek berfireh bi beşdariya Serokê Herêmê Mesûd Barzanî, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Cîgirê Sekreterê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Kosret Resûl û Cîgirê Serokê Komîsyona Biling a Hilbijartinê û nûnerên partiyan civîneke berfireh hat kirin.
Di civînê de referandûm, hilbijartina parlamentoya Kurdistanê, problemên siyasî yên navxweyî, rewşa herêmî û cîhanî ya giştî bi berfirehî hatin nirxandin. Hemû beşdaran daxwaza xwe ya li ser çareserbûna kêşeyên navxweyî anî ziman.
Beşdarên civînê li ser van xalan li hev kirin:
Yekem: Roja 25ê Îlona 2017an wek tarîxa referandûmê li Herêma Kurdistan, Iraq û herêmên Kurdistanî yên li derveyî îdareya herêmê hat diyarkirin.
Duyem: Ji bo pêkanîna yekdengiya nîştîmanî dê hemû alî bixebitin ku kêşeyên siyasî yên navxweyî çareser bikin.
Sêyem: Çakkirina dahat û jiyana xelkê Kurdistanê û kêşeyên aboriyê û meaşxwiran careke din hat dubarekirin.
Çarem: Biryar hat dayîn ku Encumena Bala ya Referandûmê bi serokatiya Mesûd Barzanî were pêk anîn. Herwiha biryar hat dayîn ku heta 12ê Hezîranê hemû alî nûnerên xwe yên berî referandûmê û piştî wê diyarî bikin.
Partî û aliyên siyasî yên ku beşdar bûne:
PDK, YNK, Yekgirtû, Bizotnewe, Komunîst, Partiya Sosyalîst, Zehmetkêşan, PKRK, PÇPK, Lîsteya Hewlêrê ya Tirkmen, Bereya Tirkmen a Iraqê, Partiya Geşepêdanê ya Tirkmen, Lîsteya Ermenî, Aşûrî û Meclisa Aşûrî-Kildanî.