05 Nîsan 2016•Rojanekirin: 06 Nîsan 2016
HEWLÊR
Hat ragihandin ku der heqê parastina mafên sivîlan û çawaniya miemeleya bi sivîlan ra ya di dema cengê da perwerde dan Pêşmergeyên Herêma Kurdistana Iraqê yên ku şerê rêxistina terorê DAEŞê dikin.
Enstîtuya Lêkolînên Rojhilata Navîn (MERI) a li Hewlêrê û Enstîtuya Geneve Callê ya ku navenda wê li Swîsreyê ye der barê pêşîlêgirtina pêpeskirina mafên mirovan a di dema cengê da semîner dan leşkerên artêşa Iraqê û Pêşmerge.
Serokê MERIyê Dr. Dilawer Elaeddîn di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da wiha axivî, "Herêma Kurdistanê ji ber ku bi terorê ra têdikoşe, di nava cengê da ye û di pevçûnan da hêzên ewlekariyê herêman kontrol dikin an jî ji neçariyê dest jê dikişînin. Di cengê da carinan fermandar mecbûr dimînin ku biryarên muhîm wergirin û ev jî rasterast dibe ku tesîra xwe li ser sivîlan hebe. Seba daşikandina vê tesîrê em der barê mafên mirovan da perwerdeya bingehîn didin fermandarên Pêşmerge. Berpirs, herçiqas ji ber pêpeskirinên mafên mirovan îro neyên darizandin jî dê 10 sal şûnda derkevin ber dadgehê."
Elaeddîn da bibîrxistin ku di van demên dawîn da artêşa Iraqê û Pêşmerge di mijara pêpeskirina mafên mirovan da tûşî rexneyên dezgehên navneteweyî tên û wiha dewam kir, "Sûcên ku hêzên ewlekariyê li eniyên cengê li dijî sivîlan pêk tînin bi temamî takekesî ne. Em hewl didin ku em rê li ber vê bigirin û hînî wan bikin dê ka çawa bi sivîlan miemele bikin."
Berpirsê Iraqê yê Geneva Callê Hichem Khadraoui jî bal kişand ku Iraq wekî herêma cengê hat îlankirin û wiha pê da çû, "Em têdikoşin ku sivîl baştir bên parastin. Em rewşa Iraqê li ber çavan digirin û semîner û pêzanînên cuda cuda didin. Em berê bi nûnerên siyasî ra hatin bal hev û aniha jî em digel fermandaran li ser rewşê radiwestin."