ERBÎL
Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind ya Azad ya Iraqê Serbest Mistefa di civîna ku çavdêrên herêmî û yên biyanî yên ku dê di hilbijartinan de peywirdar bin de, got ku ji bo ku dengdan bi awayekî rêk û pêk bê kirin, amadehiyên xwe qedandin.
Mistefa diyar ku dê xebatkarên Wezareta Karên Hindûr, hêzên ewlehiyê, personelê nexweşxaneyan û karmendên girtîgehan di 19ê îlonê de dest bi dengdanê bidin û got ku dê 21ê îlonê de welatiyên sivîl ray bidin. Em li gor standartên cihanê tevdigerin û em dixwazin ku her kes karê xwe bi awayekî eşkere bike.
Berdevkê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind ya Azad Sefa el-Mûsawî jî diyar kir ku dê de hilbijartinan de 192yê kesên biyanî, hezar û 789 kes ji herêmê, hezar û 138 kes nûnerên siyasî bi tevahî dê 3 hezar û 119 çavdêr peywirdar bibin.
El-Mûsewî diyar kir ku dê hilbijartin 56ê wî biyanî ji hêla 628 rojnamevanan ve bê şopandin.
Roja hilbijartinê qedexeya hatûçûyê
Wezîrê Karên Hundir yê HKIF Kerîm Sîncarî jî ragihand ku hêzên ewlehiyê ji ewlehiya navendên hilbijartinê berpirsyar in. Sîncarî got ku dê hilbijartin di navbera saetên 07.00 û 17.00 de bê kirin û roja hilbijartinê ji bilî wesayîtên peywirdarên li ser sindoqan û hêzên ewlehiyê, dê qedexeya hatûçûyê hebe.