ERBİL
Li Herêma Kurdistana Îraqê ya Federal li ser îdiayên "lîsteya hilbijêrên sexte" nîqaş derketin. Ji ber van nîqaşan hilbijartinên ku dixwestin 21 îlonê de bikin, dibe ku talûq bibe.
Nîqaşên der barê hilbijartina ku dê di 21ê îlonê de bê çêkirin, didomin. Heke Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Serbixwe ya Îraqê ji bo ku kesên mirî ji lîsteyan derxe û vê yekê jî bi parlementoya HKÎFê bide pesendkirin, dibe ku hilbijartin qasê mehekê paş keve.
Şêwirmendê Serokê Parlementoya HKÎFê Tariq Cewher di civîna çapemeniyê de daxuyand komîsyonek ji bo ku van îdiayên lîsteya hilbijêrên mirî û sexte bikole hatibû avakirin. Agahiyên ku komîsyonê bi dest xistin, hê jî neçûne li ber destê serokatiyê.
Sersamî daxuyaniya Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya ku gotibû hilbijartin dê di 21 îlonê de bên kirin, bi bîr xist û wiha axivî:
"Lê belê hin îdia hene ku dibêjin lîsteya hilbijêrên sexte an jî mirî hene. Ji ber ku ev yeka bê kolandin, komîsyonek hat avakirin. Li gor agahiyên ku komîsyonê ber hev kirin, hat xwestin ku ji nû ve lîste bên durustkirin. Lijneya Bilind a Hilbijartinê jî ji bo ku vê yekê bike, qasê mehekê destûr xwest. Ji vê destûrê qesd ew e ku kesên mirî an jî du caran navê wan hatine nivîsandin ji lîsteyê bên derxistin."
Sersamî dûpat kir destûra ku Lijneya Bilind a Hilbijartinê dixwaze dê roja yekşemê di civîne de li ser bê axaftin.