TBMM
Hevdîtinên budçeyên RTUK, Midûriya Giştî ya Enformasyon, Çapemenî û Weşanê, Midûriya Giştî ya Waqifan, Saziya Bilind ya Dîrok, Ziman û Çandê ya Ataturk, Navenda Lêkolînan a Ataturk, TDK û TTKyê berdewam dikin.
Parlementerê BDPê yê Hakkariyê Adil Zozanî diyar kir ku îro nûçegihaniya televîzyonê ji nûçegijaniya protokolê ya rabirdûyê paşvemayîtir e û parast ku di çapemeniyê de pirsgirêka herî mezin a xwedîkartelbûnê ye. Zozanî got ku "Zimanê ku tê bikaranîn zimanekî gelekî cudaker e. Rêzefilmên nijadperest û yên ku qerfên xwe bi nirxên civakî tînin hene, uslûba nûçegihaniyê jî li ser vê yekê ye. Di nûçeyan de tu carî objektîfî tune. Di rewşeke ku her dem pesnê îqtidarê didin de, mirov nikare qala nûçegihaniya rast bike. Bazara çapemenî û weşanê her ku diçe xirabtir dibe. TRT ji BDPê çi dixwaze? Di salekê de tenê 43 deqîqe cî daye BDPê. Tenê Arîkarê Serokwezîr Bulent Arinç di salekê de li TRTê çend saet derkete bernameyan?
Zozanî parast ku di hevdîtinan de şerha wan a muxalefetê hat sansurkirin, ev yek jî şermeke mezin e. Zozanî bi bîr xist ku Cîgirserokê Koma MHPê Yûsûf Halaçoglû gotiye ku "Ji min re pirtûk û nexşeyeke bi navê Kurdistanê bînin, ez ê qebûl bikim. " Zozanî sê nexşeyên ku dîroka wan 1893 û 1683 ne nîşan da û got ku "Di nav van de nexşeya Kurdistanê heye. Ez ê çarçove bikim û nîşanî kesên ku bixwazin bibînin, bidim. Di pirtûkxaneya parlementoyê de pirtûka Şemseddîn Samî bixwazin, di nav wê de penaseya Kurdistanê tê kirin. Ji bo devê we bigre. We bi salan serokatiya TTKê kir, hûn van belgeyan hemûyan dizanin, lê hûn dîsa red û înkar dikin. Ez we pîroz dikim. Piştî van belgeyan derkevin vir û lêborîna xwe bixwazin."
Cîgirserokê Koma MHPê Yûsûf Halaçoglû jî bi hinceta devavêtinê mafê axaftinê bi dest xist û diyar kir ku di kolanên arkeolojîk yên li Hekariyê kêlên gorên tirkan hene û ev ji tableta xwe nîşan da. Halaçoglû got ku nexşeyên ku Zozanî nîşan dan yên piştî 1890î ne û parast ku ev nexşe ji ber siyasetê hatine çêkirin. Halaçoglû nexşeyeke di tarîxa hezar û 500 salî de hatiye çêkirin nîşan da û wiha axivî: "Li vir Kurdistan; hinek jê li Îranê wek herêma Hewlêr, Nûristan û Silêmaniye tê nîşandan. Bi nexşeyên ku li gor siyasetê hatine çêkirin dernekevin pêşiya min, bi dîroka xwe ya qedîm werin."
Parlementerê BDPê yê Mêrdînê Erol Dora jî li ser weqfên kêmneteweyan sekinî û xwest ku bê şert û merc ev der paşve bê dayîn. Dora got ku hê jî destûrê nadin vebûna Dibistana Rûhbanan ya Heybelîadayê û ev yek jî li dijî Peymana Lozanê ye. Dora diyar kir ku divê hemû pirsgirêkên kêmneteweyan bên çareserkirin.
Parlementera BDPê ya Qersê mulkiye Bîrtaneyê got ku saziyên ku bi empozekirina tirk û tirkatiyê gelên ku li welat dijîn, înkar dikin divê xwe nû bikin. Bîrtaneyê got ku ji bo gelekî tenê xebat tên kirin, ev jî ji bo gelên din neheqî ye. Bîrtane got ku "Kurd jî hene Kurdistan jî heye. Kurd çendî caran rastî qetlîeman hatin lê dîsa jî xilas nebûn, hûn Kurdistanê ji mazbeteyan bibin jî Kurdistan tune nabe. Înkara kesên dîrokvan û perwerdebûyî, dijminiya kurdan e, helweseteke faşîzane ye."
Halaçoglûyê MHPyî bi hinceta ku devavêtin heye ji nû ve mafê axaftinê xwest û got ku bi dîrokê re rûbirûmayîn hêsan nîne. Halaçoglû da zanîn ku Bîrtaneyê ew wek "faşîst û nijadperest" wesifandiye, lê belê wî tu carî piştgirî nedaye nijadperestiyê û her kesê ku li welat dijî wekî welatî dihesibîne û dibeje ku divê mafê her kesî wekî hev be. Halaçoglû wiha axivî: "Yên ku dibêjine min nijadperest û faşîst, vê yekê bixwe dikin. Ez nabêjim ku 'her kes û her tişt tirk e, dê wekî tirk bimîne.' Min negotiye ku kurd û Kurdistan tune, Kurdistan li Anadoluyê nîne."
Cîgirserokê koma BDPê Îdrîs Balûken diyar kir ku Serokê TTKê Metîn Hulagu gotiye ku "Heke rastiyeke tirkan hebe, rastiyeke kurdan jî heye, tu maneya wê tune ku em wê înkar bikin. Dema ku em hatin Anadoluyê kurd li vir bûn. Em di sala 1071î de hatine Anadoluyê, dema ku em hatin kurd li ser vê erdnîgariyê dijiyan, ango di heman demê de ew parçeyekî dîroka tirkan in, tu wateya wê tune ku em wan nehesibînin." û got ku min dawî li nîqaşan anî.
Parlementerê BDPê yê Bidlîsê Husamettîn Zenderlîoglû got ku divê stenografên ku kurdî dizanin tayînê parlementoyê bikin, em dixwazin ku di saziyan de pisporên zimanê kurdî bixebitin. Zenderlîglû wiha axivî: "Ez kurd im, kurdistanî me. Çi mafê tirkan hebe, divê kurd jî bibin xwediyê heman mafan."