05 Nîsan 2017•Rojanekirin: 06 Nîsan 2017
MADRÎD
Alîkarê Serokê Rêvebiriya Xweser a Katalonyayê Orîol Junqueras got: "Em ê di nav çend mehan da dîroka referandumê îlan bikin."
Junqueras ji RAC1a radyoya Katalanê ra axivî û destnîşan kir ku dilê wan heye beriya dawiya meha îlonê referandumê bikin.
Junqueras diyar kir, pirsa ku wê di referandumê da were pirsîn û dîroka dengdayînê wê heta meha hezîranê kifş bibe û got ku hikûmeta navendî ji bo ku pêşiya referandumê bigre, bi rêya Dadgeha Makezagonê dixwaze çavê wan bitirsîne, lê ew ji cezayên ku dadgehan daye "natirsin".
Junqueras bi bîr xist ku Serokê Katalonyayê yê berê Artur Mas û 3 siyasetmedarên katalonî di 11ê sermaweza 2014an da ji ber dengdayîna gel a dereqanûnî, ji wezîfeya xwe ya qamûyê hatin menkirin û wiha dewam kir: "Heke ku wê cezayê menkirina wezîfeya qamûyê bidin, bira bidin. Wê wekî din çi bikin? Wê me biavêjin hebsê?"
Ji bo referandumê di parlementoya rêvebiriya xweser a Katalonyayê da hat qebûlkirin ku budçeyek were veqetandin, lê hikûmeta navendî serî li Dadgeha Makezagonê da û dadgehê îtiraza hikûmeta navendî qebûl kir û biryar da û budçeya 2017an a Katalonyayê asteng bike.
Dozgeriyê jî li dijî hewildanên ji bo serxwebûna Katalonyayê gaveke hiqûqî avêt. Dozgeriyê der heqê şirketên ku hikûmeta Rêvebiriya Xweser a Katalonyayê ji bo "serxwebûna dewletê" ketin têkiliyê da lêpirsîn vekir. Dozgeriyê ji nêzî 20 fîrmayan xwest ku lihevkirina kar a ku bi Rêvebiriya Xweser a Katalonyayê ra kirine, îbraz bikin.
Rêvebiriya Xweser a Katalonyayê ji sala 2011an heta niha bi daxwaza serxwebûnê va tê rojevê, lê hikûmeta Spanyayê her carê destnîşan dike ku ew ê tu carî hewlên cudaxwaziyê mizakere neke.