Ji ber ku Rêxistina Dewleta Îslamê ya Şam û Iraqê (DÎŞI) êrîşî navenda danûstandinê kiribû, hikûmeta Iraqê 850 milyon dînar (700 hezar dolar) da xwediyê navenda danûstandinê. Lêbelê ji ber ku hikûmetê tezminat neda xwediyên kargehan ên ku dikanên wan di êrîşa navenda danûstandinê de zirar dîtibûn, wan hikûmeta Bexdayê protesto kirin.
Xwediyên kargehan li ber navenda danûstandinê kom bûn û bi pankartên "Em jî tezmînatê dixwazin, em ê heta dawîn li heqê xwe bigerin" ve hikûmet protesto kirin. Daxuyanî li ser navê komê hat dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em wekî xwediyên kargehan û malbatên wan ji meclîsa bajêr ya Kerkûkê û hikûmeta Bexdayê dixwazin ku tezminatê bidin me jî."