Leşkerên Îsraîlê ji bo betlanaya "Roş Aşama" ya ku ji bo Cihûyan weke sersal tê qebûlkirin, nehîştin ku misliman derbasî Mescida Eqsayê bibin û mudexeleyî Filistîniyan kirin.
Filistiniyan cihûyên ku derbasî Eqsayê bûn protesto kirin û xwestin ku têkevin Mescida Eqsayê, li ser vê leşkerên Îsraîlê bi xaz, guleyên plastîk, bombeya bideng mudexeleyî Filistîniyan kirin. Di mudexeleyê de gelek kes birîndar bûn. Ekîbên tenduristiyê, filistîniyên birindar bi sedyeyan rakirin revîra Mescida Eqsayê. Her wiha leşkerên Îsraîle êrîşî hin rojnamevanên ku xwestin dimenan bikşînîn jî kir.
Li gor agahiyên ji Weqfa Mescida Eqsayê hat girtin, 40 niştecihên cihû di bin parastina polêsan de derbasî hewşa Eqsayê bûn. Sala çûyî jî rêvebiriya Îsraîlê bi hinceta "Roj Aşamayê" nedihîştin filistînî derbasî Mescida Eqsayê bibin.
Li Qudsê niştecihên cihû her tim bi leşker û polêsan dikevin Mescida Eqsayê û xwendekar û cimeata li mizgeftê aciz dikin. Misliman jî li dijî van îxlalkirinan disekinin û ji ber vê jî her tim li Mescida Eqsayê rageşî dertikeve.