ÎSTANBUL
Li Meydana Beyazitê piştî nimêja îniyê welatiyên ku ji mizgeftan derketin beşdarî mitînga "Li Mescîda Eqsayê xwedî derkeve" bûn.
Mitîng bi armanca ku bila li Mescîda Eqsayê nimêj bi rihetî bê kirin, ambargo û dorpêşiya li ser gelê Filistînê bê rakirin, hat organîzekirin.
-Şanliurfa
Îsraîla ku Mescîda Eqsayê ya qibleya ewil a mislimanan ji îbadetê ra girt li Şanliurfa, Meletiye û Adiyemanê hat şermezarkirin.
Li Şanliurfayê di pêşîkêşiya Platforma Saziyên Cîvaka Sivîl da piştî nimêja înê welatî li Wargeha Gola Masiyan kom bûn û tekbîr anîn û sloganên dijî Îsraîlê avêtin.
Li ser navê komê Alî Acar daxuyanî da û got xuna ku tê rijandin û qetliamên ku tên kirin tu carê nayên qebûlkirin.

Acar got ji hêla umetê va êdî kêr hatiye ber qirikê û wiha axivî: "Em wek misliman mecbûr in ku li doza Qudsê xwedî derkevin. Qudsa ku bi hezaran kesî canê xwe ji bo wê fedakiriye, namusa umetê ye. Divê Îsraîl ji hemû erdên Filistînê yên ku dagir kiriye vekişe."
- Meletiye

Li Meletiyê endamên saziyên civaka sivîl li pêşiya Mizgefta Hecî Yusuf Taş civiyan. Piştî nimêja înê Kerem Yildirimê Nûnerê Bajêr ê Memur-Senê daxuyanî da û got lîstika herî dawîn a siyonîzmê Mescîda Eqsayê ye.
Yildirim got bûyerên ku diqewimin wek ku Îsarîl dibêje mijara ewlekariyê nînin û wiha axivî: "Em zefbaş dizanin ku Îsraîl ji ewlekariyê çi fehm dike. Bûyerên ku di van demên dawîn da li Mescîda Eqsayê diqewimin xala dawîn a şerê qirêj ê ku Îsraîl dimîne ne."
Piştî daxuyaniyê çalakvanan slogana "Îsraîl Qehrbe"yê avêtin û belav bûn.
- Adiyeman
Li Adiyeman endamên Platforma Saziyên Civaka Sivîl li pêşiya mizgefta mezin kom bûn û hetanî Parka Demokrasiyê meşiyan. Li vê derê Hamît Arslanê endamê Şaxa Adiyemanê yê Weqfa Ciwaniyê ya Tirkiyeyê li ser navê komê daxuyanî xwend û diyar kir ku dibê Îsraîl ji hermû erdên Filsitînê yên ku dagir kiriye vekişe.
Çalakvanan piştî daxuyaniyê dia kirin û paşê jî belav bûn.

- Mardîn
Nûnerên saziyên civakî yên sivîl ên li Mêrdîn û Sêrtê piştî nimêja îniyê ji ber girtina Mescîda Eqsayê ya ji Îbadetê ra hatin bal hev, biryara Îsraîlê protesto û şermezar kirin.
Li Artukluya navçeya navendî ya Mêrdînê welatiyên ku piştî nimêja îniyê ji Mizgefta Fuat Yagci derketin bertek nîşanî sepandinên li hemberî Mescîda Eqsayê tên kirin, dan.
Platforma Saziyên Civakî yên Sivîl a Mêrdînê ku di bin banê wê da 57 saziyên civakî yên sivîl hene ji ber kirinên Îsraîlê yên li ser Mescîda Eqsayê û welatiyên Filistînê çalakî organîze kir û beşdarvanan tekbîr anîn û li dijî Îsraîlê dirûşme berzkirin.
Berdevkê Platformê Zeynel Tepe diyar kir ku Îsraîl ji 4ê Hezîrana 1967an vir va Mescîda Eqsayê ya ku qibleya ewil a misilmana ye dagir kiriye û lê Îsraîl wê nikaribe bi kirin û tevgerên xwe misilmanan ji wê derê biqetîne.

- Sêrt
Li Sêrtê jî piştî nimêja îniyê welatî bi pêşengiya Nûnertiya Sêrtê ya Weqfa Ciwanî ya Tirkiyeyê (TUGVA) li ber Mizgefta Çarşiyê ya Abdulhakîm Sancak civiyan û bi mijara "Îniyê Hêrsbûnê" va daxuyanî dan çapemeniyê.
Li ser navê komê endamê TUGVAyê Ahmet Asut axivî û ragihand ku Mescîda Eqsayê nêzî nîvê sedsalê ye ku bi destê Îsraîlê va hatiye dagirkirin û berê Mescîda Eqsayê ji bo xilasbûnê careke din li misilmana ye.
