Elif Orhan
29 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2017
HEWLÊR
Komeke ku ket baxçeya Parlementoya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) gule berdan hewayê û pişt re hewl dan ku bikevin avahiyê.
Di dema rûniştina ku di çarçoveya ji ber bidawîbûna maweya peywira Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî dewrkirina rayeyên wî hat lidarxistin de komeke tê îdiakirin ku alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) ne xwest ku bikeve avahiya Parlementoyê.
Xwepêşandêran dora avahiyê pêçan û hat dîtin ku di destê wan de çov hene, xwepêşandêran piştî ku di lehê Barzanî de dirûşme berz kirin hewl dan ku bikevin avahiya ku lê rûniştin tê kirin û gule berdan hewayê.
Hêzên ewlehiyê midaxaleyî xwepêşandêran kirin û ew ji avahiya parlementoyê derxistin.
Parlementerê Eniya Tirkmenên Iraqê (ITC) Aydin Maruf daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku pêşî dengê çend guleyan bihîstin û pişt re komekê hewl da ku bikeve hûndir.
Maruf daxuyand ku di nav parlementoyê de rewş normalîze bû lê belê li derve rageşî berdewam e.
Ji aliyê din ve NRT TVya ku navenda wê li Silêmaniyê ye jî diyar kir ku kameraman û nûçegihanê wan ên ku li ber derê Parlementoyê bûn rastî êrîşê hatin.
Dan zanîn ku parlementerên PDKê jî ji bo ku rewş aram bibe hewl didin ku bi xwepêşandêran re biaxivin.
Tê îdiakirin ku di hedefa xwepêşandêran de parlementerên Tevgera Gorana ku serkêşiya mixalefetê dike heye.