Önder Beyter
06 Gulan 2019•Rojanekirin: 07 Gulan 2019
Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên dawiya hefteyê yên dijî Xezeya dorpêçkirî da hejmara Filistîniyên şehîd bûn derket 25an.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê, di bin kavilê bînaya ku duh li bakurê Xezeyê di êrîşa Îsraîlê da hilweşiya da cesedên 2 Filistîniyan hatin derxistin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku cinazeyên Filistîniyên bi navê Raxde Mihemed Mehmûd Ebu'l Cidyan û Talal Atiye Mihemed Ebu'l Cidyan rakirin Nexweşxaneya Endonezyayê ya li Xezeyê.
Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên dawiya hefteyê yên dijî Xezeyê da 23 Filistîniyên ku di navê da dudu jê hemle 3 jin û 2 dergûş jî hene şehîd bûbûn û 150 Filistînî jî birîndar bûbûn.
Ji ber roketên ku komên Filistînî ji Xezeyê ber bi Îsraîlê agir kirin, yek jê bi eslê xwe Filistînî 4 kes hatin kuştin.
Çapemeniya xumalî ragihandibû ku îro destê sibehê di navbera komên Filistînî û Îsraîlê da agirbest hat kirin.
- Rageşiya di navbera Îsraîl û Xezeyê da
Li Xezeyê roja înê bi guleya nîşandar du eskerên Îsraîlê birîndar bûbûn û dû ra şidet gur bûbû. Îsraîlê li dijî herêmên şêniyên sivîlan êrîşên asîmanî kiribûn û wekî bersiv jî ji Xezeyê roket hatibûn agirkirin.
Artêşa Îsraîlê bi hincetê ku pêr ji Xezeya dorpêçkirî gelek roket hatin agirkirin, bi balafirên şer li dijî herêmê êrîşa asîmanî dabû destpêkirin.
Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên dijî gelek avahiyên li Xezeyê da bînaya ku ofîsa Ajansa Anadoluyê lê ye hilweşiyabû.